Dewama girtina eskeran li Tirkiyê bi tawana endametiya li nav koma Gulen
Çile 09, 2019 18:16 Asia/Tehran
Çavkaniyên Tirkiyê li parêzgeha Qeyseriyê li Tirkiyê li bara dayîna hikmê girtina 34 eskerên vî welatî bi tawana endametî û hevkariya li koma Gulen agahî dan.
Li gorî rapora malpera rojnama Aşamê ya Tirkiyê, hêzên polîsê vî welatî vê sibê operasyona girtina van 34 kesan li 18 parêzgehan ji wan li Qeyseriyê û Enqerê destpê kirine.
Hêzên polîs duh sêşmeiyê jî 23 esker bi tawana endametiya li koma Gulen li bajarên curbicure vî welatî girtin.
Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an dizane, lê Gulen xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.