Kanûn 16, 2018 20:31 Asia/Tehran
  • McGurk: Operasyona muhtemal a Tirkiyê li bakurê Sûriyê nemaqûl e

Nûnerê Serokomarê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê de Brett McGurk radigihîne, ew rast nabînin ku Tirkiye operasyonekê li bakurê Sûriyê encam bide.

Brett McGurk di Korbenda Dohayê 2018`an de derbarê pêwendiya telefonî ya Serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan de bersiva rojnamevanan da.

Brett McGurk got, Amerîka bi Tirkiyê re kar ji bo nehîştina metirsiyên wê li ser sînor dike. Ew derbarê parastina ewlehiya hevpeymên xwe yên NATO`yê de berpirs in û ew rast nabînin ku Tirkiye operasyonekê li bakurê Sûriyê encam bide.

Derbarê şerê li dijî DAIŞ`ê de, Brett McGurk ragihand, ew niha tenê tekeziyê li ser bidawîhanîna DAIŞ`ê dike, dibe ku çend mehên din ew yek bicih bibe.

Wî herwiha got: Niha tenê navçeyek biçûk li rojhilatê çemê Firatî di destê DAIŞ`ê de maye.

Her di vê çarçovê de, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Erkê Hevpeymaniyê li bakurê rojhilatê Sûriyê nayê guhartin. Em operasyonên xwe yên normal birêve dibin, herwiha karê li xalên çavdêriyê li ser sînor berdewam e.”