Kanûn 11, 2018 09:57 Asia/Tehran
  • Hişiyariya Tirkiyê bo Erebistanê li pey redkirina daxwaza radestkirina gumanbarên kuştina Xaşiq=çî bo Enqerê

Wezîrê dadweriyê yê Tirkiyê derbarê dûhatên redkirina daxwaza wî welatî ji bo radestkirina gumanbarên kuştina rojnamevanê rexnekir ji Rêjîma Sidûî, hişyarî da Erebistanê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Evdilhemîdê Gul roja Duşemiyê wek berteka li hemberî gotinên şeva bihurî ya Adil Cubeyrê wezîrê karên derve yê Erebistanê li ser vê yekê ku Riyaz kesên ku Tirkiyê daxwaza radestkirina wan dike, dê qet radestî vî welatî neke, got: Eger Riyaz hevkarînekirina xwe li dosyeya kuştina Xaşiq=çî bidomîne, Enqere dê wê dosyeyê bibe civatên navneteweyî.

Wezîrê dadweriyê yê Tirkiyê nêrîna Erebistanê derbarê dosyeya Kuştina Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekir ji Rêjîma SDiûdî nedîplomatîk û nekêrhatî da zanîn û her wiha got: Hûrgiliyên kuştina Xaşiqçî divê beriya her cûre nixûmandinê, ji bo cîhanê bên ronkirin.

Gul tevî amajeya bi hewildanên ji bo pêşîlêgirtina ji peydabûna meytê Xaşiqçî, got: Bi tu awayî nabe ku ev cinayet were nixûmandin û Tirkiye lêpirsînan didomîne.

Hêjayî gotinê ye ku Dozgeriya Stenbûlê di dewama lêkolînên dosyeya cinayeta kuştina Cemal xaşiqçî, rojnamevanê rexnekir ji Rêjîma Siûdî, di dawîn karê xwe bi raberkirina daxwazeka darizandinê bi palpiştiya belge û şehediyên bidestketî bi tawana "Işkence, azirandin, plandarêştin û pêkanîna kuştinê", biryara girtina Jinêral Ehmed El Esîrî, alîkarê berê yê Rêxistina Istixbarata Erebistana Siûdî heevrê digel Siûd El Qehtanî ji rawêjkarên nêzikî Mihemed Bin Selmanê welîehdê siûdî dabû.

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekir ji Rêjîma Siûdî roja Sêşemiyê 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê li Stenbûla Tirkiyê wenda bû.

Rêjîma Siûdî roja 19ê Cotmehê piştî 18 rojan bêdengî û derewandinê, serê axir di bin zextên Civata Cîhanî piştrast kir ku Cemal Xaşiqçî li nav Konsolxaneya vî welatî hatiye kuştin.