Kanûn 10, 2018 17:48 Asia/Tehran
  • Dijayetiya Erdoxên li hemberî qedexeya bikaranîna Hicabê li nav hêzên çekdar ên Tirkiyê

Gotinên dozgerekî Tirkiyê derbarê qedexeya bikaranîna xavikê li nav hêzên artêşê, Erdoxanê serokoamrê vî welatî hêrs kirin.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê duh li rêûrismekê tevî amajeya bi mijara Hicabê li Tirkiyê got: Jin li tevahiya saziyên dewletî ji hêla bijartina hicabê va azad in û bi her şêwazekê jy bixwazin diakrin herin ser şola xwe.

Serokoamrê Tirkiyê ku Li Stenbûlê diaxivî, ji gotinên dozgerekî vî welatî ku daxwaza betalkirina azadbşûna Hicabê li nav hêzên çekdar kiribû, rexne kir û got: Vî kesî qanûn û rêzikên welêt binpê kiriye.

Vê dawiyê yek ji dozgerên Dîwana Bilind a Tirkiyê gotibû ku azadiya Hicabê li saziyên leşkerî binpêkirina xala têkildarî Layîkbûna Artêşê ye.