Kanûn 06, 2018 16:06 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Tirkiyê: Wêdadayîna Tirkiyê ji proseya çêkirina F35ê karekî hêsan nîne

Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku bi mebesta beşdariya li civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) sefera Brûkselê kiriye, li axaftina xwe tevî amajeya bi mijara firokeyên şêrr ên F35ê gotiye ku wêdadayîna Tirkyê ji proseya çêkirina F35ê karekî hêsan nîne.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Miliyetê, Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku bi mebesta beşdariya li civîna wezîrên karên derve yên welatên endamê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) sefgera Brûkselê kiriye li axaftina xwe li vê civînê tevî majeya bi guhertinnê vê dawiyê ku derbarê mijara firokeyên şêrr ên F35ê yên Amerîkayê pêk hatiye, got: Mijara firokeyên şêrr ên F35ê li hevdîtina vê dawiyê ya serokomarê Amerîkayê Donald Trump tev Erdoganê serokomarê Tirkiyê li civîna welatên endamên G20ê li Arjantînê ketiye ber behsê. Di rastiyê da Trump li hevdîtina bi Erdogan ra ev mijar hilêxist û destnîşan kir ku em naxwazin tu kêşeyek li vê pêvajoyê pêk were. Trump li hevdîtina bi Erdogan ra destnîşan kiriye ku Tirkiye tenê di qonaxa kirrîna firokeyên şêrr ên F35ê da nîne û li berhemanîna van firokeşerkaran da jî faktoreka gellek girîng tê hisabê.

Çawûşoxlû di dewamê da bi bîr xistiye: Kongreya Amerîkayê ji bo danîna berbendan li ser riya pêvajoya kirrîna firokeyên F35ê ji aliyê Tirkiyê va hin pêngav rakirine; Lê Tirkiye aliyekî gellek girîng li vê pêvajoyê ye û wêdadayîna Tirkiyê ji pêvajoya berhemanîna F35ê bi tu awayî karekî hêsan nîne.