Mijdar 10, 2018 17:37 Asia/Tehran
  • Tirkîye zeytûnên Efrînê difiroşe Spanyayê

Dewleta Tirkîyê û fermandeyên koma têrorîst a Artêşa Azad a Sûrîyê derheq berhevkirin û firotina zeytûnên Efrînê bo Spanyayê lihev kirine.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a KurdPress`ê, anegorî lêzanînê bi dest ketine, dewleta Tirkîyê ku di çarçova dagikirina hin deverên Sûrîyê de qanûnên navnetewî binpê kirine, bi fermandeyên koma têrorîst a Artêşa Azad a Sûrîyê re derheq berhevkirin û firotina zeytûnên Efrînê bo Spanyayê lihev kirîye û yê di rojên bê de wê berhemê bişîne Spanyayê.

Li gorî lihevkirina dewleta Tirkîyê û fermandeyên koma têrorîst a Artêşa Azad a Sûrîyê, berhemên zeytûnê yên baxên Efrînê bi bihayê 22 milyon dolarî yê radestî koma ku Enqerê kivş kirîye were kirin.

Çalakekî sîyasî yê herêma Efrînê got: Dewleta Tirkîyê bi vê lihevkirinê lê digere ku talankirina berhemên baxên zeytûnê yên Efrînê ji raya giştî veşêre. Di meha Îlona îsal de civînek bi sergêra MIT`ê û serkirdê koma têrorîst a Artêşa Azad li herêma Efrînê, Heysem Hafizî û desteyeek vê komê hat lidarxistinê ku di wê civînê de her du alîyan derheq derfirotina hasila zeytûnê ya baxên Efrînê lihev kirin. Ew civîna bi merema terxankirina çavkanîyên darayîyê û dayîna xeracê bo koma têrorîst a Artêşa Azad a Sûrîyê û herwiha radestkirina derîyekî sînorî bo wê hat lidarxistinê.

Li gorî lêzanînan, hat ragihandinê ku di wê civînê de biryar hat dayînê ku hasila zeytûnê ji Efrînê veguhêzin parêzgeha Hatay a Tirkîyê û ji wir va bişînin Spanyayê. MIT`ê qebûl kirîye ku di berdêla wê de derîyê sînorî yê Cindirisê bispêre koma têrorîst a Artêşa Azad a Sûrîyê.

Ji hêla din ve, Wezîra Ticareta Tirkîyê, Ruxsar Pekcanê jî ragihand ku vî welatî derîyekî sînorî yê nû li Efrînê vekir.

Wê bal kişand ser vekirina derîyê sînorî yê nû yê Tirkîye-Efrînê û got: Derîyê sînorî yê bi navê Çiqilla Zeytûnê li parêzgeha Hatayê ji 8`ê mijdarê ve hatîye vekirinê.

Artêşa Tirkîyê digel çend komên têrorîst di 18`ê Adara sala buhurî di çarçova opêrasyona Çiqilla Zeytûnê de Efrîn û çend herêmên derdora wê li bakura Sûrîyê dagir kirin.