Mijdar 10, 2018 08:08 Asia/Tehran
  • Li Colemêrgê teqîn: 25 leşker birîndar bûn û 7 leşker jî winda bûne

Li navçeya Şemzînan a ser bi Colemêrga li başûra rojhilata Tirkîyê li qereqolekê di dema avêtina topan de cebilxaneyeke xerabe teqiya, 25 leşker birîndar bûn û 7 leşker jî winda ne.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, li baregeheke li gundê Rûbarokê ser bi navçeya Şemzînanê, cebilxaneyeke xerabe teqiyaye û di encama teqînê de 25 leşker birîndar bûne û 7 leşker jî winda ne û xebatên lêgerîna leşkeran berdewam in.

Hat ragihandin, leşkerên ku di encama teqînê de birîndar bûn, bi helîkopteran ber bi Gever û Colemêrgê hatin veguhestin.

Leşkerên birîndar piştî ku bi helîkopteran hatin veguhestin, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Colemêrg û Geverê.