Mijdar 09, 2018 16:06 Asia/Tehran
  • DAIŞ axa Tirkiyê bo amadekariyên şerekî li dijî Ewropa bikar tîne

Li gor raporteke ajanseke nûçeyan a Hollandayê, rêxistina terorîst a DAIŞê axa Tirkiyê weke binkeya stratejiya xwe ya bo komkirina hêzên xwe û destpêkirina şerekî nehênî li dijî Ewropa bikar tîne.

Malpera ‘Entil News’ a nûçeyan a Hollandayê, raportek belav kir û di wê raportê de hat ragihandin ku cîhada cîhanê ya ku DAIŞ wê bikar tîne heta niha jî metirsiye li ser Ewropa.

Di raporta ku ji 22 rûpelan pêk tê de tê ragihandin ku Tirkiyê çavên xwe ser van hewldanên DAIŞê girtine û girîngiyê pê nade ku grûpên mîna DAIŞ, El Qaîde û grûpên opozîsyonê metirsî ne li ser miletan û tê gotin Tirkiye tenê li partî û hizbên kurdî radiweste.

Herwiha tê ragihandin ku her çiqas Tirkiye rêkarên emnî li beramber DAIŞê pêk bîne jî lê berjewendiyên Tirkiyê her dem li gel berjewendiyên Ewropa hevdu nagirin bo nehiştinî terorê.

Tê gotin ku Tirkiye bûye navendeke mezin a bo bi dehan hezar çekdarên biyanî ku berî niha li nav rêzên grûpên tundrew bûn û li Sûriyê şer dikirin.

Di raportê de tê diyarkirin ku zêdetirî 4 hezar çekdarên DAIŞ û el-Qaîdê hemwelatiyên Tirkiyê ne û tê gotin Tirkiye bûye sitargeh û penageha bi dehan hezar hevsozên El-Qaîde û DAIŞê û wan rêxistinan çalakiyên xwe li wî welatî parastine.

Di dewama raportê de tê gotin ku bêdengbûna hikûmeta Tirkiyê rûberekî fireh bo wan rêxistinên tundrew vekiriye ku tevgerên xwe li ser axa Tirkiyê pêk bînin û kar bikin bo dananî plananê bo êrişkirina ser welatên Ewropayê.

Herwiha tê destnîşankirin ku çekdarên DAIŞê li ser axa Tirkiyê planan saz dikin ku şerekî nehênî li dijî Ewropayê bimeşînin.