Dosiya Xaçiqçî ezmûnek bo dezgeha dadweriyê ya Tirkiyê
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê dibêje: Mesela Cemal Xaşuqî ne tenê mijara nûçeyên navneteweyî belkî ezmûnek bo dezgeha dadweriyê ya Tirkiyê ye.
Li gorî rapora Anadulu News`ê, Sulêyman Soylu wezîrê karên hundir ê Tirkiyê ji gişkan xwest ku li benda encamên lêkolînên dadweriyê li bara wendabûna Cemal Xaçuqçî rojnamevanê erebistanî de bin.
Wezîrê karên hundir ê Tiorkîyê diyar kir ku em li benda hevhatina derheq lêgeriyana li konûslxana Erebstanê li Stembolê ya li bara dosiya Xaçuqçî ne.
Wî her wiha got: Trkiye ser hevhatinên navneteweyî disekine û ji hemen destpêkê ve stratejiyên zelal girt ber xwe.
Navê Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî di lîsteya kesên girtî û di bin şopandinê da ya Riyazê bû.
Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li bajarê Istenbûlê ji bo tomarkiirna fermî ya Zewaca xwe, wenda bû.
Mêdyayan çend rojan piştra aşkira kirin ku Xaşiqçî li nav avahiya konsolxaneyê hatiye kuştin û cesedê wî bo derveyî konsolxaneyê hatiye veguhestin.