Cotmeh 12, 2018 12:39 Asia/Tehran
  • PKK: Li Çelê û Barzanê 10 leşker hatin kuştin

Hêzên HPG’ê baskê leşkerî yê PKKê îdia dike ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê û li Girê Xwedê yê herêma Barzanê derbeyek giran li artêşa Tirkiyê xistiye û herî kêm 10 leşkerên artêşa Tirkiyê kuştine.

HPGê bi weşandina daxuyaniyekê îdia kir ku şervanên wê duh li dijî qereqola Geman a navçeya Çelê ya Colemêrgê êrişeke bi bandor li dar xistin. Hate ragihandin ku di encama vê êrişê de 8 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kutşin. herwiha HPG dibêje ku hêzên wê wesayîteke Amarok û wesayîteke Kirpî ya artêşa Tirkiyê jî teqandin.

Herwiha li gor vê daxuyaniyê heman rojê şervanên HPG’ê li Girê Xwedê ya herêma Barzan a Kurdistana Iraqê jî operasiyonek li dij artêşa Tirkiyê ku ketiye nav axa Iraqê lidarxistin. Hate ragihadin ku di encama vê operasiyonê de 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê têkildarî van çalakiyên PKKê tu daxuyanî  nedaye.

Ji aliyê din ve li gorî jêderên xwecih balafirên artêşa Tirkiyê şeva çûyî Çiyayê Kewêt û derdora wê bombebaran kir. Hîn li bara xisarên canî û malî yên vê êrişê ti nûçe belav nebûye.

Ji ber ku eva demeke dirêj e balafirên artêşa Tirkiyê deverên derdora gundên bakura Iraqê bombebaran dikin gundî neçar man ku malên xwe berdin û biçin gundên din ên dûrtir ji bombebaranan.