Tebax 14, 2018 17:05 Asia/Tehran
  • Rûsîye bi dû bikaranîna diravê netewî li ticareta digel Îran û Tirkîyê de

Wezîrê karên derve yê Rûsîyê got ku Enqere, Têhran û Moskow lê digerin li ticareta bi hev ra diravên netewî yên xwe bi kar bînin.

Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsîyê ku niha li Tirkîyê ye, li civîna çapemenîyê ya hevpar digel hevtûşê xwe yê tirk li Enqerê herwiha got: Rûsîyê dil heye li ticareta tev Tirkîye û Îranê diravê netewî bi kar bîne ji ber ku diqewime gellek welat idî bi dolaran ticaretê nekin.

Sergey Lavrov li ser qeyrana di navbera Amerîka û Tirkîyê de jî axivî û got, ku ew cezayên rêveberiya Waşîngtonê rast nabînin û got: “Ev ceza ne rewa ne. Hinek welat dibêjin pere di destê min de ye û ez dikarim li fîtikê bidim. Lê ev yek zêde berdewam nake. Dûr û nêzîk dê badora dolar jî bişkê.”