Tebax 12, 2018 17:14 Asia/Tehran
  • Erdogan li hemberî sîyaseta êrişkarane ya Trump bertekeke tund nîşan da

Serokomarê Tirkîyê wekî berteka li hemberî sîyaseta hişk û gefên serokomarê Amerîkayê yên li dijî wî welatî ragihand, gelê Tirkîyê yê bimire lê rezaletê qebûl nake.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê bal kişand ser gotinên vê dawîyê yên Donald Trump ku gotîye ``divê Tirkîye heta saet 18:00 ê roja yekşemê qeşeyê amerîkî Andrew Brunson serbest berde``pêgirî kir: Amerîka nikare bi zimanê gefê gelê Tirkîyê bitewîne.

Erdogan bi gotina vîya ku fidakirina Tirkîyê di berdêla qeşeyekî de ne hêjayî şirîkatîya stratejîk e, dîyar kir: Tirkîye welatekî qanûnmend e û tu wexta ji çarçêva qanûnê dernakeve.

Serokomarê Tirkîyê herwiha Amerîka bi birêxistina şerê aborîyê li cîhanê tawanbar kir û got ku Tirkîye tivdîrên pêwîst ji bo ticareta bi diravê netewî digel Îran, Rûsya, Çîn û Ukraynê wekî welatên ku ticareta herî zêde bi wan re heye dike.

Erdogîn pêgirî kir ku heke welatên ewropî jî dixwazin ji dolar rizgar bibin, Tirkîye amade ye bi wan re li gorî şêwazeke wek ya digel Îran, Ûrsêt, Çîn û Urkaynê kar bike.