Tîrmeh 13, 2018 17:50 Asia/Tehran
  • Parlimanterê Dîyarbekrê: Dewleta Tirkîyê hikûmeta şêrr pêk anîye

Parlimanterê Dîyarbekrê li meclisa Tirkîyê got: Dewleta Tirkîyê hikûmeta şêrr pêk anîye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Hoşyar Ozsoy parlimanterê Dîyarbekrê li meclisa Tirkîyê ser bi HDP pêgirî kir ku Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî bi pêkanîna delweta nû ``hikûmeta şêrr`` ava kirîye, got: Zextên hikûmeta Erdogîn ser opozosyonê di dewra nû de yê zêde bibin.

Wî herwiha cîgiritna Silêman Soylu û Xulûsî Akar li kabîa nû ya dewleta Tirkîyê rexne kir û got: Tişta ku zelal û aşkira ye ew e ku hikûmeteke şêrr hatîye avakirinê. Bi bawera min zextên ser opozosyonê dê roj bi rojê zêdetir bibin.

Hoşyar Ozsoy parlimanterê Dîyarbekrê li meclisa Tirkîyê ser bi HDP li dawîyê got: Şîdet li Tirkîyê wê roj bi rojê zêdetir be. Têkildarî meseleya kurdan jî hewil tê dayîn ev meseleya bi mêkanîzmên ewlehîyê û bi saya faktorên netewperestî û leşkerî bê çareserkirinê. Idî meseleya kurdan ne meseleyek e ku bi Erdogîn bê çareserkirin.