Tîrmeh 13, 2018 17:25 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxiyê ya HDP`ê bi minasibeta bûyera li Sinê

Partya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP), bi weşandina peyamekê li Twiterr`ê, ji ber candayîna hin welatiyan li qezaya tirafîkê û agirpêketina li ûtûbûsa rêwîhilgir a bajarê Sinê, sersaxî da û hevxemiya xwe bi xelkê Kurdistana Iraqê re ragihand.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Partya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP), bi weşandina peyamekê hevxemiya xwe bi paşdamaiyên goriyên bûyera li bajarê Sinê û hemî xelkê Kurdistanê ragihand.

HDP li hesaba xwe ya fermî li Twiterr`ê nivîsî: Em hevxemî û piştgîriya xwe ji malbatên goriyan radigihînin û sersaxiyê didine hemî xelkê Kurdistanê.

Li yekemîn deqîqeyên sibeha çarşemiyê, 20`ê meha Tîrê ya sala 1397`an a Koça Tavî, di encama vê yekê da ku tankêreka hilgira ardûyê li oûtûbûseka rêwîhilgir ket û teqîn qewimî û piştre agir li wesayitan ket, 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kesên din jî birîndar bûn.