Hezîran 14, 2018 12:59 Asia/Tehran
  • ENKS: Berpirsê kuştina Ehmed Şêxo artêşa Tirkiyê ye

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê kuştina serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê Şiyê yê Efrînê Ehmed Şêxo daxuyaniyek belav kir.

ENKS di daxuyaniyê de diyar kir, "Vê dawiyê grûpên çekdar, Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê Şiyê Ehmed Şêxo, revadin û îşkence kirin û piştî ku ew serbest berdan, wî ji ber birînan canê xwe jidest da."

Di daxuyaniya Emîndariya Giştî ya ENKSê de tê ragihandin, "Aliyên çekdar ên bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê, tawanên herî xerab li dijî xelkê Efrînê dikin, ku di encamê de Efrîn tê talankirin, binavahiyên wê tên şewtandin, şûnewarên wê yên dîrokî têne jinavbirin û xelkê wê jî têne girtin û îşkencekirin û ew jî li ber çavê civaka navdewletî ku heya niha bêdeng dimîne."

ENKSê kuştina Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî li Şiyê Ehmed Şêxo ku di heman demê de, endamê PDK-Sê ye şermezar kir û ji Tirkiyê xwest, komên çekdar ji deverê derxîne û bihêle ku xelkê Efrînê bi xwe devera xwe birêve bibin.

Di daxuyaniya ENKSê de hat gotin, berpirsê yasayî li ser wan reftaran Artêşa Tirkiyê ye ku li hemberî wan tawanan bêdeng e.

ENKSê daxwaz ji Hevpeymana Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê jî kir ku wan kiryaran şermezar bike û xwe ji wan grûpên çekdar dûr bixe.