May 14, 2018 08:08 Asia/Tehran
  • Neyariya dewleta Tirkiyê tev efûya giştî li bereberî hilbijartina serokkomariyê

Serokkomar û serokwezîrê Tirkiyê neyariya xwe tev daxwazên ji bo efûya giştî li vî welatî li bereberî hilbijartina pêşwexte serokkomariyê dane diyarkirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tasnîmê, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê duh yekşemê bilî retkirina daxwaza Dewlet Baxçelî rêberê MHP ku xwestibû li bereberî hilbijartina pêşwexte serokkomariyê efûya giştî ragehîne got: Dewleta Tirkiyê qet naxwaze karekî wiha bike.

Dewlet Baxçelî rêberê partiya Hreketa netewgera(MHP) duh şemiyê li Twtterê daxwaza efûya giştî bona zîndaniyên Tirkiyê li bereberî hilbijartina pêşwexte serokkomariyê dabû.

Her li vê barê Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê jî bal kişande ser viya ku dewlet qet naxwaze efûya giştî ragehîne destnîşan kir: Dewlet naxwaze terorîstan efû bike.

Piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15 Tîrmeha sala 2016 li Tirkiyê, dewleta AKP zêde ji 50 hezar kes bi tawana peywendiya tev Cemaeta Gulen zîndanî kir.