Adar 14, 2018 17:31 Asia/Tehran
  • Erdogan ragihand ku muhtemel e Efrîn heta berêvariya îro bi tamî bikeve destê artêşa Tirkiyê

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, bal kişand ser dorpêçkirina bajarê Efrîna Sûriyê ji aliyê leşkerên Tirkiyê û endamên Artêşa Sûriyeya Azad û got ku muhtemel e ev bajara heta berêvariya îro bi tamî bikeve destê hêzên Tirkiyê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Erdogan li civîna serokên konseyên taxan, herwiha îdia kir ku sivîl ji Efrînê hatine derxistin û got: Em pirr bi hestyarî û hûrbînî tev digerin û niha sivîlên li Efrînê ji rêyeka taybet bi trombîlên xwe ji bajêr derdikevin.

Wî careka din Yekîneyên Parastina Gel a Sûriyê (YPG) û Partya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê (PYD) komên terorîst dan zanîn û herwiha got: Ew terorîst li navçeyên çiyayî yên ber bi axa Tirkiyê va, tûnel û hin avahî û bargehên qahêm ava kiribûn û şahidiyên meydanî nîşan didin ku bi tena serê xwe ev kara cih neanîne belkî şirîkên wan hebûne.

Wî îdia kir avakirina bargehên sînorî ji aliyê endamên YPG û PYD`ê li ser sînorê Tirkiyê, bi hevkariya hêzên Hevalbendiya Dijî DAIŞ`ê ava bûne û got: Tevî van karan ew têk çûn.

Erdogan herwiha îdia kir ku li 54 rojên ji operasyona qaşo Çiqila Zeytûnê, 3500 endamên YPG û PYD`ê di encama pevçûna ligel hêzên çekdar ên Tirkiyê û endamên Artêşa Sûriyeya Azad de hatine kuştin û herwiha got: Di vê midehê de zêde ji 1300 kîlometreyên çarkunc ji navçeyên derdora bajarê Efrînê ji destê endamên terorîst hatine derxistin.

Berpirsê peywendiyên derve yê HSDê Rêdûr Xelîl li ser van gotinên Erdoganî axift û got: "Wisa diyar e ku Erdogan bi gotina ku Efrîn dê êvarî bikeve, xewnên rojan dibîne."

serokomarê Tirkiyê destnîşan kir: Di rojên dahatî de em ê ji bilî Efrînê, Minbic, rojhilata Firatê û navçeyên sînorî yên li bakûra Iraqê jî ji hebûna terorîstan paqij bikin.