Adar 12, 2018 10:20 Asia/Tehran
  • Sefîrê Îranê li Enqerê sersaxî da Tirkîyê

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Enqerê ji ber candayîna hejmareke welatîyên Tirkîyê di encama jordaketina balafireka vî welatî li axa Îranê sersaxî da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Ibrahîm Etrîyanferd ji ber candayîna hejmareke welatîyên Tirkîyê di encama jordaketina balafireke vî welatî li axa Îranê sersaxî da û got: Çend komên hawargiheştin û xilaskirinê çûn navçê û tevî rewşa giran a hewayê, xwe gîhandine cihê bûyerê.

Riza Tahirî alîkarê çiqa Hawargiheştin û Xilaskirinê ya Komeleya Hîva Sor a parêzgeha Çarmihal û Bextyarîyê got: Heta niha 8 cenaze ji 11 cenazên kesên di balafira jordaketî ya Tirkîyê de hatine peydakirinê.

Alîkarê sîyasî û ewlehîyê yê parêzgarê Çarmihal û Bextyarîyê jî ragihand ku sindiqa reş a balafira jordaketî li derdora bajarê Şehirkurdê hatîye peydakirinê. Ceifer Merdanî got: Fermana veguhestina sindiqa reş a vê balafirê hatîye dayîn.

Balafireke cûra cêta şexsî ya Tirkîyê ku ji Şariceya Imaratê ber bi Istenbola Tirkîyê ve diçû, dema ji esmanê Îranê derbas dibû, li ser rûpela radarê nema û li derdora Şehirkurda Îranê jorda ket û 11 kesên têda canê xwe ji dest dan.