13 kes bi tawana piştgiriya ji PKK li bajarê Meletiyê hatin girtin
Rojnama Gûneşê çapa Tirkiyê li nûçeyekê raghand ku erkdarên rawestana li ber terorê yên Tirkiyê 13 kes bi tawana peywendî û hevkariya wan tev PKK li bajarê Meletiyê girtin.
Li gorî rapora roja duşemê ya IRNA`yê, û ji zarê vê medyayê, erkdarên polîsê li dijî terorê yên Meltiyê, 13 kes bi tawana propagendeya komên terorîstî û peywendî û hevkariya tev PKK li vî bajarî girtin.
Li gorî nivîsa vê medyayê li nav girtiyan hejmarek ji endamên pilebilind ên parêzgehan ên HDP û partiya navçên Demokratîk, DBP û her wiha çend jin tên dîtin.
Gûneş her wiha diyar kir Yekşemiya buhurî, 13 Sibatê jî 12 gumanbarên endametiya nava koma PKK li vî bajarî hatibûn binçavkrin.
PKK zêde ji 30 salan in ku bi çekdarî li dijî dewleta navendî ya Tirkiyê şêr dike. Ev teşkîlat ji aliyê dewleta Tirkiyê, Yekitiya Ewrûpayê û dewleta Emerîkayê wek komeke terorîstî tê naskirin.
Ev teşkîlat ji salek berî niha li dijî dewleta navendî ya Tirkiyê û Herêma Kurdistana Iraqê şerê giştalî raghandiye.
Dewleta Tirkiyê ji zivistana buhurî ve operasyoneka berfireh li dijî meqerên PKK li navçên curbicure çiyayî li rojhilat û baûrê rojhilata vî welatî destpê kiriye û piraniya cihên bicihbûna wan peyda kiriye û têk biriye.
Navçên çiyayî yên rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyê û her wiah çiyayên bakurê Iraq û Sûriyê cihê bicihbûna endamên PKK ne.