Sibat 14, 2018 16:13 Asia/Tehran
  • Êrişa moşekî ya Tirkiyê ser mal û avahiyên sivîlan li Efrînê

Li dewama êrişa artêşa Tirkiyê ser Efrînê moşekavêjên Tirkiyê deverên sivîlnişîn li Efrînê kirin hedef.

LI gor nûçeya Ajansa nûçeyan a SANA ya Sûriyê. di encama lêketina moşekên artêşa rejîma Tirkiyê li dever û malên sivîlan du kes ji wan pitikeke efrîn birîndar bûn.

Medya Sûriyê herwiha ragihand ku êrişa artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re yên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad ser çeperên hêzên kurdên Sûriyê li gundê Dûrakayê ya devera Efrînê di encama berxwedana hêzên kur bê encam ma û ew neçar man paşve vegerin. Hêzên kurd li vê berxwedanê de destdanîn ser panzêreke artêşa Tirkiyê .

Medyaya tirk jî îdia kir ku artêşa Tirkiyê û Artêşa Sûriyeya Azad Çiyayê Şêxurzê kontrol kir, lê malpera Rûdawê ji zarê çavkaniyên herêmî û sûrî nivîsî ku şervanên YPGê dîsa Çiyayê Şêxurzê ji destê artêşa tirk û terorîstên pê re standin û xistin  kontrola xwe.

Çavkanî di axaftina xwe de dibêje: " Dengê topbaranê li herêma Bilbil û Şerayê nayê bihîstin. Şeva borî heta derdora saet 01.00ê balafir li asmanê herêm digeriyan lê tu dever bombebaran nekirin. Şervanên kurd gundê Sehrîncekê û Çiyayê Şêxurzê dîsa ji destê hêzên tirk û Artêşa Sûriyeya Azad  derxistin."

Li gorî heman çavkanî şer û pevçûn ji gundê Celemê yê devera Şêreyê û heta derdora gundê Axcelê berdewam in.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê ku cihê wê li Londonê ye ragihand ku Tirkiyê ji dema operasiyona xwe ya qaşo Çiqilê Zeytonê 202 leşkeriyên xwe û terorîstên pê re ji dest dane ku herî kêm 30 ji wan leşkerên Tirkiyê bi xwe ne.

Li gor nûçeyeke din ji Efrînê hezaran kes ji jinên vî bajarê kurdî li bakura Sûriyê îro li dij êriş û dagîrkeriya artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê xwenîşandana protestokirinê li dar xistin û ji welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî xwestin ku êrişa artêşa tirk û hevpeymanên wê ser Efr'nê rawestînin.

Hefteya bihûrî jî xelkê Efrînê li dij êriş û dagîrkeriya artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê xwenîşandan bi rêxistibûn.

Artêşa Tirkiyê bi alîkariya Artêşa Sûriyeya Azad ku endamên wê piranî ji hêzên cihadîst û terorîst ên wek El-Nusre û DAIŞê pêk tê ji 20 çileyê êrişeke dirindane ser navê qaşo Çiqilê Zeytonê li dij Efrînê da dsepêkirin ku li mideha van 26 rojên ku ser wê derbas dibe di encama êrişên hawayî û topbarana ser mal û avahiyên sivîlan de li Efrîn û gundên derdorê wê bi sedan kesên sivîl hatine kuştin û birîndar bûne ku gelek ji wan jin û zarok in.