Çile 23, 2018 20:01 Asia/Tehran
  • Girtina 91 kesî li Tirkîyê bi tawana dijberîya li hemberî êrişa artêşa vî welatî ser Efrînê

Ajansa nûçan a Anadolyê ragihand ku rayedarên vî welatî ji duh ve 91 kes bi tawana propaganda têrorê li şebekeyên civakî û neyarîya li hemberî êrişa Tirkîyê ser şeperên YPG`ê li bakûra Sûrîyê girtine.

Ew kesana li halekî hatin girtinê ku rayedarên Tirkîyê li seranserî vî welatî êrişa ser bikarînerên întêrnêtê yên ku nivîsar û wêneyan têkildarî piştgirîya ji YPG` belav dikin, destpê kirine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadolyê, 23 kes îro li Izmîrê li rojavaya Tirkîyê hatin girtinê ku ji wan Çerkez Aydemir serokê çiqa herêmê ya HDP`ê ye.

Ji hêla din ve, 17 kes li Amedê, 9 kes li Enqerê û bi dehan kes li deverên din ji wan li parêzgehên Wan, Îdir, Mûş û Mêrsînê hatin girtinê.

Li Tirkîyê şebekeyên civakî di bin çavdêrîya taybet de ne. Sazîya Raportêrên Bêsînor li daxûyanîyekê ji ber girtina herîkêm 5 nûçegihanan li Tirkîyê dilgiranîya xwe nîşan da.