Girtina dijberên êrişa ser Efrînê li Tirkîyê
Çile 22, 2018 18:40 Asia/Tehran
Hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê 24 gumanbarên ``propaganda têrorê`` li şebekeyên civakî û dijberên êrişa Enqerê ser çekdarên kurd li bakûra Sûrîyê girtin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku kesên hanê li seranserî Tirkîyê hatine girtin.
Kesên hatine girtinê, bi rêya Tiwwîterê, mirov vedixwendin xwenîşandana dijî êrişa Tirkîyê ya ser Efrînê.
Opêrasyona artêşa Tirkîyê ku rayedarên tikr dibêjinê Çiqila Zeytûnê bi heceta bihêzkirina ewlehî û istiqrara sînorên Tirkîyê û navçê û jinavbirina çekdarên PYD û DAIŞ`ê li bajarê Efrînê ji roja şemîyê ve destpê bû.