236 kes bi tawana hevkariya tev koma Gulen li Tirkiyê hatin girtin
236 kes ser fermana dozgeriya giştî ya Tirkiyê li bajarên curbicure vî welatî bi tawana hevkariya tev koma Gulen li heftiya buhurî hatin girtin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, di dewama girtin û lêkolînan ji endamên têkildarê koma Gulen ser fermana dozgeriyên bajarên Mûş, Agirî,Enqere, Stembol, Qûniya,Diyarbekir, Marmarîs û Samsonê 236 kesên gumanbar ji wan heft efserên hêza hewayî, 9 derecedarên jandermeriyê, 56 eskerên hêzên çekdar û 28 mamoste bi tawana hevkariya tev Koma Gulen li heftiya buhurî ji aliyê polîsê li dijî terorê hatin girtin.
Rayedarên dewleta Tirkiyê hejmara kesên têkiladrê koma Fethullah Gulen nêzîkî 170 hezar kes raghand û gotine ku kesên hanê rasterast û nerastrast li darbeya 15 Tîrmeha par a Tirkiyê rola xwe hebûne.
Tirkiye îdia dike ku Fethullah Gulen bi avakirina komekê nasiyar bi Gulen û bi derbasbûna nav teşkîlata dadaweriyê, eskerî, hîndekarî û navendên dewletî, darbeya 15 Tîrmehê organîze kiriye. Li darbeya 15 Tîrmeha 2016`an a Tirkiyê 249 kes hatin kuştin û 2 hezar û 193 kes jî birîndar bûn. Mehkemekirina enadmên darbeya bêenacm a 15 Tîrmeha Tirkiyê li teşkîlatên dadweiyê yên Tirkiyê di rojevê de ye û têde Fethullah Gulen wek tawanbarê sereke hatiye nasandinê.