Çile 14, 2018 08:36 Asia/Tehran
  • Tirkiyê alav û makîneyên nû yên şêrr ên Tirkyiê bo sînorê Sûriyê

Artêşa Tirkiyê ji bo piştevaniya ji hêzên xwe li sînorê Sûriyê, alav û amûrên nû yên şêrr şandine navçeyê.

Li gorî rapora êvara Şemiyê ya Fars News`ê ji zarê ajansa nûçeyan a Anatoliyê, karwanê leşkerî yê Tirkiyl bi pênc tankan ber bi parêzgeha Xetayê (Hatay) li başûrê Tirkiyê hatiye şandin.

Rayedarekî leşkerî yê Tirkiyê ku nexwest navê wî were birin, got ku ev tank û erebeyên zirêhî ji bo piştevaniya ji hêêzn Tirkiyê li sînorê Sûriyê dê bi cih bibin.

Şandina karwanê leşkerî l halekî ye ku Erdoxanê serokomarê Tikriyê roja Şemiyê visa got: ``Bi opêrasiyona li Idliba bakurê rojavaya Sûriyê têrorîst li halê jinavçûnê ne û têrorîst li Efrînê jî riyek ji billî teslîmbûnê tunînin``.

Li vî halî ajansa nûçeyan a Anatoliya Tirkiyê got: ``Artêşa Tirkiyê berêvariya Şemiyê baregehên PKK û Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Kurdên Sûriyê (PYD) li derdora Efrînê li bakurê Sûriyê dane ber êrîşa bi topan``.