Çile 13, 2018 17:21 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Erdogîn li ser dewama sekinîna li hemberî Tevgera Gulen

Serokomarê Tirkîyê pêgirî li ser dewama sekinîna li hemberî Tevgera Gulen kir û got ku vê komê derbe li pêşeroja Tirkîyê daye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadolyê, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê li merasima 133`emîn salvegera damezirandina Zanîngeha Mermerê li Istenbolê ragihand ku tevgera Gulen qeliş û duberekî xistîye nav gelê Tirkîyê.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê bangî Fetullah Gulen kir ku û diyar kir ku, "Amerîka yê heta kuderê te biparêze. Dê te deyne ber dêrî. Wê demê tu yê bi dû cihekî ji bo revê bigerî, em ê jî bidin dû te."

Erdogan got: " Amerîka dê heta dawîyê te neparêze, vê yekê baş bizane.

Enqere serokê Tevgera Xizmetê, Fetulah Gulen wek tawanbarê rêza yekem li derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an dizane û di vê çarçovê de heta niha bi caran ji Waşîngtonê xwesîtye ku wî radest bike lê, rayedarên Amerîkayê guh nadin daxwazên wê.