Mijdar 17, 2017 16:56 Asia/Tehran
  •  Sozên derew ên Emerîkayê bo Tirkiyê

Serokkomarê Tirkikyê teqez kir ku Emerîka bi sozên derew jibo rawestana li hember Partiya Yekitiya Demokratîk kurdên Sûriyê nasyar bi PYD heya niha 14 navendên eskerî ji xwe re, li Sûriyê ava kirine.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Receb Teyib Erdogan li axiftina xwe li Enqerê got: ``Trump jî mîna Barak Obama bi caran sozên xwe yên sekinîna li hember PYD cih neanîn belkî tev navê wê yê nû, yanê Hêzên Sûriya Demokratîk, HSD hevkariyê dike û 3 hezar û 500 kamyonên alîkariyên  eskerî ji Iraqê bo bakurê Sûriyê şandin``.

 Serokkomarê Tirkiyê viha gotinên xwe domadin: ``Hema ew kesên ku koma terorîstî ya DAIŞ`ê pêk anîn, koma  terorîstî ya  PYD jî damezrandin û dixwestin ku bi kişandina  navçeya bakurê Iraqê  ber bi , ragihandina cidabûnê, li vî welatî bêewlehiyê çêbikin``.

 Erdogan her wiha got: ``Em ti carî ji kesên ku  hewl bidin çekê xwe ber bi Tirkiyê û gelê Tirkiyê nîşane bigrin û  her wiha ji kesên ku  li pey komploya li dijî Tirkiyê bin,  derbas nabin``.

 Wî her wiha got: ``Piraniya qawetên ku îdia dikin bi DAIŞê re şêr dikin, hema bixwe ev koma damezrandin û çek û sîleh danîn ber destê wan lewma divê em bajarê Efrînê li bakurê rojava Sûriyê ji lepên  terorîstên  (PYD) derxînin``.

 Erdogan her wiha diyar kir: ``Bêsoziya Emerîkayê li bara PYD`ê, Tirkiye dilsar kir û  piraniya pirsgirêkên ku divê bi hevalbendiya  navneteweyî çareser bibûna ji aliyê Waşengtonê va rastî tastengiyê hatin``.