Mijdar 15, 2017 17:43 Asia/Tehran
  • Babetên navçeyî mijara gotûbêjên Mîrê Qeterê û serokoamrê Tirkiyê

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ku niha li Duhayê ye, digel mîrê Qeterê, şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî li Duhayê hevdîtin pêk anî û pê ra derbarê mjarpên navxweyî û navçeyî gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê rojnama El Şerqê ya Qeterê, serokomarê Tirkiyê û mîrê Qeterê li Dîwana Mîrî li Duhayê hevdîtin pêk anîn.

Li vê hevdîtinê her du aliyan li ser pêwendiyên dualî û riyên piştgirî û xurtkirina wê her wiha bûyerên niha yên navçeyê gotûbêj kirin.

Ev sêyem sefera serokoamrê Tirkiyê bû Qeterê di 9 mehên buhurî da û duyem sefera Erdogan piştî destpêkirina qeyrana dîplomatîk navbera Qeterê ji aliyekî va û Erebistan, Misr, behrêyn û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat) ji aliyê din va ye ku tiştekî kêmdîtî di asta civînên du dewletan di vê heyama demî ye.

Serokoamrê Tikriyê li sefera xwe ya fermî ya Asyayî piştî Rûsiye û Kuwêytê çûye Qeterê.

Erdoxên berî vê seferê gotibû ku li dû hilkolandina rêyên çareserkirina qeyranekê ye ku ji pênc mehan berî niha va heta niha di navbera Qeterê ji aliyekî va û Erebistan, Misr, behrêyn û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat) ji aliyê din va  pêk hatiye.

Erebistan, Misr, behrêyn û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat) di roja 5`ê Hezîrana 2017an bi hilêxistina tawanên bêbingeh li dijî Qeterê, pêwendiyên xwe yên dîplomatîk tev vî welatî birrîn. Tawanin ku Dûheyê ewna red kirine.

Hewildanên ku heta niha ji bo navbeynkarî û çareserkirina vê qeyranê pêk hatine, bêencam bûne.