Mijdar 15, 2017 10:39 Asia/Tehran
  • Tirkiye: ``Amerîka ji têrorîstan piştevaniyê dike``

Serokwezîrê Tirkiyê roja Sêşemiyê destnîşan kir ku `Amerîka pişta têrorstan li Sûriyê digire`.

Li gorî rapora IRNA`yê,. serokwezîrê Tikriyê, Bînalî Yildirim bi bîr xist ku `Amerîka dewsa paqijkirina bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê ji hebûna endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê, ji derketina wan ji vî bajarî hevrê digel çekên xwe piştevanî kir``.

Serokwezîrê Tirkiyê her wiha destnîşan kir ku ``Eger Amerîka şandina çek û amûrên şêrr bi Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Kurdan li Sûriyê (PYD) bidomîne, Tirkiye dê pêwendiyên xwe digel Waşîngtonê qut bike``.

Tirkiyê tevî ragihandina dilgiraniya xwe derbarê zêdebûna bandora Kurdan li bakurê Sûriyê, destnîşan kiriye ku `Bihêzbûna komên kurd li Sûriyê, dê ewlehiya Tirkiyê bêxe ber xeterê, ji ber ku têkilliya wan a nêzik digel PKK`ê heye``. PKK komek e ku Enqerê wê wek têrorîst dizane.

Li gorî raporan, Amerîka ji rêya kurdên çekdar ên Sûriyê nasyar bi Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) hewil dide ku nehêle artêşa Sûriyê çavkaniyên niftê ji destê komên têrorîst derxîne.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa  berfireh a grûpên terorîstî yên  ku Erebistan , Emerîka û hevpeymanên  wan  ji wan Tirkiye  piştgiriya wan dikin jibo guhertina hevsengiyên navçeyê ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst destpê bûye.