Cotmeh 13, 2017 16:57 Asia/Tehran
  • Ihtimala dirêjkirina dema rewşa awarte ya li Tirkiyê jibo cara pêncem

Dewleta Tirkiyê ji hitmala dirêjkirina dema rewşa awarte ya piştî darbeya 15`ê Tîrmeha 2016`an li vî welatî jibo cara pêncem a bi dû hev agahî da.

Li gorî rapora nûçegîhanê me ji Enqerê, Mistefa Elîtaş, Alîkarê serokê Partya Dad û Geşepêdana Tirkiyê (AKP), got: Dirêjkirina dema rewşa awarte ji bo cara pêncem, roja duşemiyê li civîna Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya vî welatî ya bi serokatiya Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê vî welatî hate hilkolandin û dê wekî şîret jibo dewleta vî welatî were ragihandin ku piştî raberbûna li desteya wezîran, dê jibo pejirandina dawîn, li civîna aşkera ya çarşemiyê ya parlimanê, deng li ser wê were dayîn.

Piştî darbeya serneketî ya sala par a li Tirkiyê, dewleta vî welatî jibo paqijkirina saziyên dewletî yên vî welatî ji kesên têkildarî Koma Gulen, qanûnên rewşa awarte cih anî û heya niha çar caran dema wê rewê dirêj kirye.

Rayedarên dewleta Tirkiyê, hejmara kesên têkildarî Koma Gulen, nêzîkî 170 hezar kesan ragihandine û pêgîrî kirine ku ev kesane bi awayekî rasterast û nerasterast rola wan li darbeya 15`ê Tîrmeha sala par hebûye.

Eva li halekê ye ku dewleta Tirkiyê li dewra piştî darbeyê, di çarçoveya qanûna Rewşa Awarte û bi dayîna hin daxuyaniyên wek qanûnê de, zêde ji 140 hezar kesî ji karên wan wêde daye, nêzî 50 hezar kesên di, ji wan 167 rojnamevan û 14 nûnerên Meclisê binçav kirine yan girtine û 140 medya jî girêdane.