Îlon 25, 2017 11:39 Asia/Tehran
  • Tirkîyê derîyê sînorî yê ligel Herêma Kuridstana Iraqê girêda

Hevgavê destpêbûna giştpirsîya cidabûna Herêma Kuridstana Iraqê, delweta Tirkîyê derîyê sînorî yê ligelê vê navçê girêda û rê li ber hatûçûyîna dualî girt.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, delweta Tirkîyê bi dû destpêbûna giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, derîyê sînorî yê Xabûrê li bakûra Iraqê daxist.

Mêdyayên Tirkîyê radigihînin ku dewleta Enqerê herwiharê li ber  hatin û çûyîna ji Iraqê ber bi Tirkîyê ve jî girtîye.

Konseya Ewlehîya Netewî ya Tirkîyê jî îro bi daxûyanîyekê ragihand ku ji vir şûnde esmanê vî welatî ser balafirên ku ber bi an ji Herêma Kurdistana Iraqê bin, girêdayî ye.

Her du şîrketên geştên esmanî yên Turkish Airline û Atlas Turkiye jî geştên xwe ber bi Hewlêrê rawestandin.

Rayedarên dewleta Tirkîyê di van rojên dawîyê de bi caran giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî zanîne û li bara dûhat û alûgurên ihtimalî yên piştî wê, hişyarî dan serokê Herêma Kurdistana Iraqê.

Tevî neyarîyên navxweyî, navçeyî û cîhanî û hişyarîdayînên dewleta navendî ya Iraqê, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê  vê sibê dest bi giştpirsîyê kir.