Îlon 20, 2017 17:06 Asia/Tehran
  • Alman wê di Cotmehê de 78 Milyon Euro bide Tirkiyê

Tevî krîz û aloziya navbera hikumeta Alman û rejîma Erdogan, derket holê ku Elmanya wê meha Cotmehê di çarçoveya peymana penaberan de 78 milyon Euro pere bide Enqerê.

Li gorî nûçeya rojnama Bîld a Almanê tevî krîza navbera Berlînê û rejîma Erdogan jî, biryar e Alman 78 milyon Euroyên din jî bide Enqerê. Serokwezîra Alman Angela Merkel, beriya hilbijartinên giştî yên 24'ê Îlonê timî dibêje, "Wê zext û zorên ser Tirkiyê hê girantir bike." Tevî van mesajan jî, di budçeya Almanê de, hê jî pere ji Tirkiyê tê terxankirin.

Hikumeta Merkel bersiv da pêşniyar pirsa Partiya Keskan û diyar kir, ku di çarçoveya peymana penaberan a navbera Enqere û Yekîtiya Ewropayê de, wê meha bê 78 milyon Euro pere ji Tirkiyê re were dayin.

Li gorî nivîsîna rojnama Bîld, bi vî rengî hejmara pereyê ku Berlînê daye Enqerê wê bigihêje 314 milyar Euro. Li gor peymana penaberan a Adara 2016'an a navbera Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê vê Yekîtiyê qebûl kir ku 3 milyar Euro pere bide Enqerê.

427 milyon Euro ji vî pereyî wê ji aliyê Almanê ve were dayin. Hê çend roj berê Alman û Otrîşê (Awûstûryayê) bang kiribûn û gotibûn, "Bila alîkariya Yekîtiya Ewropa ya ji bo desthilatdariya Erdogan bê birîn." Berevajî vê bangê, Komîserê berpirsyarê budçeyê Gunter Oettînger xwestibû, ku li gorî peymana li ser penaberan, ya bi Enqerê re hatiye girêdan, alîkariya pereyan a ji bo Tirkiyê dewam bike.

Di nava 3 salan de herî kêm 10 milyar Euro pere ji Erdogan re hate dayîn.