Îlon 17, 2017 18:44 Asia/Tehran
  • Daxwaza Tirkiyê ji Efxanistanê bona tetîlkirina medreseyên ku cemaeta Gulen wan îdare dikin

Tirkiyê ji Efxanistanê xwest medreseyên ku cemaeta Gulen li vî welatî wan îdare dikin girê bide.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Ergenûn Çînar berpirsê navenda pêşxistin û hevkariyên cîhan Tirkê nasyar bi Tîka îro yekşemê li bajarê Heratê li rojavaya Efxanistanê bal kişande ser viya ku medreseyên bi îdara cemaeta Gulen naveroka wan terorîstî ye ji karbidestên Efxanistanê xwest van medreseyên Tirk-Efxanî ku cemaeta Gulen wan îdare dike girêbidin.

Tirkiyê pêştir jî bicaran ji Efxanistanê xwestibû ku van medreseyan tetîl bikin lê rastî neyariya parlemana Efxanistanê hatibû.

Tirkiye îdiayê dike ku Cemaeta ser bi Gulen sebebkarê serekeye darbeya leşkerî ya işkestxwariye 15 Tîrmeha sala 2016 ye li halê ku Gulen bicaran ev îdiaya ret kiriye.