Girtina komeke DAIŞ`î li Stenbola Tirkiyê
Hêzên ewlehîyê yên Tirkiyê, 25 endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê li bajarê Stenbolê girtin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoliyê, hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê îro di encama seredegirtina veşartgeha têrorîstan li Stenbolê de, 25 endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê ku 23 welatîyên bîyanî û 2 welatîyên Tirkîyê bûn, girtin.
Di nava girtîyan de 3 serkirdên koma têrorîst a DAIŞ`ê hene.
Li gorî vê raporê, di encama vê opêrasyonê de belgeyên rêxistinê û alavên têkilîyê yên koma têrorîst a DAIŞ`ê jî hatin keşifkirin û zevtkirin.
Girtina endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Tirkîyê li rewşwkê ye ku dewleta Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî stratejiyeke durû li hemberî têrorîsmê pêşde dibe û delweta Enqerê bi hevkarîya hevpeymanên xwe yên rojavayî bi piştgirîya ji têrorîstan pişkdarîyê li kuştina gel û hêzên dewletê yên Iraq û Sûrîyê dike.