Îlon 12, 2017 18:17 Asia/Tehran
  • Almanyayê firotina çekan bo Tirkîyê rawestand

Bi dû gurrbûna gêreya di navbera Berlîn û Enqerê de, Almanyayê firotina çekan bo Tirkîyê rawestand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, wezîrê karên derve yê Almanyayê got ku welatê wî firotina çekan bo Tirkîyê bi hegera xirab û giranbûna rewşa mafên mirovan li vî welatî û alozbûna peywendîyên di navbera her du welatan de sekinandiye.

Zîgmar Gabrîyêl wezîrê karên derve yê Almanyayê li civînekê ku belavoka ticarî ya almanî ya bi navê Bolt Handles li dar xistibû, got: Me hemî daxwazên sereke yên çekan ku Tirkîyê jibo me şandibûn sekinandine û bi rastî hejmara wan jî ne kêm e.

Gabrîyêl herwiha got: Berlîn neçar e ku heke hevpeymaneke Almanyayê li NATO`yê çekan bixwaze jê re bişîne, lê niha imkana vê yekê tineye û hema bêje hemî curên firotina çekan bo Tirkîyê hatine rawestandin .

Wî di eynî demî de got: Hin istisna jî hene wek vîya ku biryara dewletê têkildarî rêketinamanê navnetewî be yan firotin tenê maşînan bigire ber xwe ne çekan.