Hişyarîdayîna wezareta derve ya Tirkiyê bo welatiyên xwe li bara sefera bo Almanyayê
Wezareta derve ya Tirkiyê hişyarî da welatiyên xwe ku bereberê hilbijartinên pêşber sefera Almanyayê nekin û ji xelkê tirk ê vî welatî jî xwest ku bila îhtiyatê bikin û li hember êrişên muhtemel ên nijadperestane û li dijî Tirkiyê maqûl reftarê bikin.
Li gorî rapora kurdpressê û ji zarê Daily Sabahê, wezareta derve ya Tirkiyê bi weşandina daxûyaniyekê li bara sefera welatiyên vî welatî bo Almanyayê hişyarî da û ji welatiyên Almanyayê jî xwest ku li rojên nêzkî hilbijartian vî welatî bila îhtiyatê bikin.
Wezareta derve ya ya Tirkiyê li daxûyaniya ku li malpera xwe weşandine daye zanîn ku atmosfera siyasî ya Almanyayê bin bandora dîskorsa rast a tundrew û heta nijadperestane ye û kempêynên hilbijartinê li gor hestên li dijî tirk û hewldana jibo lihevxistina muzakirên endametiya Tirkiyê li Yekitiya Ewrûpayê tê lidarxistin.
Lewma wezareta karên derve hişyarî daye ku bila welatiyên Tirkiyê îhtiyatê bikin û li hember buxtanên nijadperestane û tirsandina biyaniyan ser hemdê xwe bin.
Ev kiryara wezareta derve ya Tirkiyê bertekek e li hember hişyariya wezareta derve ya Almanyayê ku roja 5 Îlonê hat dayîn û welatiyên xwe ji xetera girtina bi serê xwe heta li navçên geştyariyê yên Tirkiyê agehdar kir.
Rayeadrên Almanyayê li hember ev hişyariya wezareta derve ya Tirkiyê bertek nîşan dane û ew bêbingeh dane zanîn.
Engêla Mêrkêl serokwezîra Almanyayê wek berteka li hember vê hişyariyê got: Dixwezim eşkere raghînim ku hemî welatiyên Tirkiyê dikartin sefera Almanyayê bikin. Vira jibo welatiyên tirk biewleh e.
Tu rojnamevanek li vir tên girtin û nayê girtin.
Azadiya bawerî û siyadeta qanûnê vira heye û em şanaziyê pêk dikin.
Martîn Şoltz hevrikê Mêrkêlê li hilbijartinên pêşber jî li twîtera xwe nivîsî:Rasitî eva ye ku li Tirkiyê rojnamevanên ku bîr û rayên xwe dixin rojevê di zindanê de ne ne li Almanyayê.