Tebax 17, 2017 12:29 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: Erdogan bêbextiyan dike

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya ji bo bersivdayîna gotinên Erdogan ku gotibû ‘dibe ji nêzik de têkiliya wî camerî bi Kiliçdaroglu re derkeve' got: "Dixwazin min tasfiye bikin."

Serokomarê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan çend roj berê qesta Parlamenterê CHPê yê girtî Enis Berberoglu kiribû û gotibû ‘di demeke nêzîk de heke têkiliya wî camêrê hundirû bi Kiliçdaroglu re derkeve şaş nebin'.

Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê di bersivdayîna rojnamevanan de got: "Ya rastî Erdogan bi vê axaftina xwe bêbextiyeke mezin kiriye. Dibêje ‘ez dîrektîfan didim dadger û dozgeran û ew jî li gorî van dîrektîfên min tiştên pêwist dikin'. Di hiqûqa cihanî de divê lêpirsîn bi dizî werin kirin, lê li cem wan ti tişteke dizî tuneye. Li gorî agahiyên ku distîne dixwaze muxalifan dîzayn bike."

‘Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ma Tirkiye dewleteke îstîxbaratî ye? Ti çawa ji hundirû agahiyan werdigire? Enis dibêje ‘min zêdetirî bi 50 parlamenterên CHPê re xeberda, lê behsa tiştekî wiha nehatiye kirin. Li holê ti sûc tuneye ku ez her tiştî li xwe mikur werim.' Ew dixwazin min tesfiye bikin. Lê em ê baweriya xwe bi hiqûqê bînin, em dizanin li wî welatî dadger û dozgerên bi namus jî hene."