Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê dest bi grevê kir
Partiya Demokratîka Gelan Tirkiyê(HDP) jibo azadiya nuner û şaredarên vê partiyê, gireva gelanî ji îro sêşemiyê ve li Ameda li başûrê rojhilata vî welatî destpê kir.
Li gorî rapora televîzyona NTV`yê, Osman Baydemîr alîkarê HDP armanca vê girevê protestokirina siyasetên destdirêjkrane û serkutkariyên dewleta Erdoagn, piştgiriya ji mafên alîgirên xwe, nebûna demokrasî û bêedaletiyê li civaka vî welatî raghand.
Wî gef xwar ku ev gireva dê heya azadiya nunerên parlemanê û şaredarên HDP ji zindanê û kutabûna rewşa awarte li Amaedê idome. Usman Baydemîr her wiha got: Ev gireva hefteyekê li Amedê dê bidome û piştî wê li Stembolê, Wanê û Îzmîrê were lidarxistin.
Niha 14 nunerên HDP bi tawana hevkariya tev PKK di zindanê de ne.
Pêştir Partiya Komarîxwaza Gel a Tirkiyê, CHP meşa Edaletê li riya Enqere bo Stembolê bi beşdariya bi sedan hezar kes ji çîn û qatên curbicure Tirkiyê li darxistibû.
Piştî darbeya bêencam a 15 Tîrmeha sala 2016an, dewleta Tirkiyê jibop cara çaran rewşa awarte ya sê mehan li vî welatî dirêj kir û zêde ji 170 hezar kes bi tawana desthebûna li darbeyê xistin zindanê an ji kar derxistin.