Tîrmeh 24, 2017 11:23 Asia/Tehran
  • Hejmara jênêralên artêşa Tirkiyê  daket

Hejmara jênêralên artêşa Tirkiyê di yek sala dawî da piştî darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha 2016`an sedî 40î daket xwarê.

Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a Anatoliya Tirkiyê, piştî darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha 2016`an li vî welatî hejmara jênêralên artêşa Tikriyê ji 326 kesan dakete 196 kesî.

Li ser esasa vê raporê, hejmara efser û piledarên artêşa Tirkiyê jî li vê heyamê kêm bûye; Lê hejmara efserên erkdar û leşkeran zêde bûye.

Ji sala 2016`an va heta niha 169 jênêral, zêde ji 7 hezar efserên artêşê, 24 walî, 73 cîgirên walî, 116 fermandar, nêzikî 9 hezar polîs, zêde ji du hezar û sêseed kes ji dadweran bi ``Tawana endamtiya li Koma Gulen û têkilliya digel Darbeyê`` hatine girtin.

Li darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha 2016`an 249 kes hatin ekuştin û 2 hezar û 193 kes jî birîndar bûn.