Tîrmeh 23, 2017 09:49 Asia/Tehran
  • Weşandina belgeyên peywendiya karbidestên AKP`ê tev Gulen

Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê li raporekê belgeyên peywendiya karbidestên partiya hakime vî welatî yanî AKP`ê tev Fethullah Gulen tawanbarê serekeye darbeya leşkerî ya işkestxwariye sala pare belav kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê li raporekê bilî viya ku bersiva tawanên komîta lêkolîna darbeya leşkerî ya işkestxwariye 15 Tîrmeha sala 2016 da, hinek belge jî belav kirin ku peywendiya karbidestên AKP`ê tev Fethullah gulen nîşan dide.

Li vê raporê hinek hevpeyvîn, wêne û fîlm hene ku nîşan didin hinek ji endamên AKP`ê nûnerên AKP`ê li parlemana Tirkiyê û heta Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bi xwe jî tev Gulen peywend hebûne.

CHP`ê bal kişande ser tawanên dewleta Enqerê dijî vî partî û ragihand ku niha AKP`ê bona ku pîşiya bi hêz û qawetbûna CHP`ê bigire tawanên bê xîm û binyat dijî CHP`ê dertêxe holê.

Ev belgeyên li ser peywendiya endamên AKP`ê tev Gulen li halekê ji aliyê CHP`ê belab dibin ku dewleta Enqerê piştî darbeya leşkerî ya işkestxwariye 15 Tîrmeha sala 2016 partiyên neyare xwe li nav vî welatî bi endambûna nav Cemaeta Gulen û hevrêtiya ji bo pêkhatina vê darbeyê tawanbar kir.

Kemal Qilîçdaroglu rêberê CHP heta niha çend caran ragihandibû ku dewleta AKP`ê darbeya pare di bin kuntrola xwe da îcra kir ta ku mihaneyek bona serkutkirina neyaran peyda bike.