Tîrmeh 18, 2017 10:17 Asia/Tehran
  • Êrişa Firokên şêrr ên artêşa Tirkiyê ser pêgehên PKKê li bakûra Iraqê

Rayedarên xwecî ji Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin ku Firokên şêrr ên artêşa Tirkiyê duşemê şev pêgehên PKKê li bakûra Iraqê bombebaran kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, rayedarekî xwecî li herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku duşemê şev du Firokên şêrr ên artêşa Tirkiyê navça Xwakurkê ku dikeve derûdora Sîdekanê bombebaran kirin.

Navça Xwakurkê li sînorê Iraq, Tirkiyê û Îranê ye û Enqere bawer e ku pêgeheke sereke ya PKKê li vê navçê ye.

Hîn li bara xisaretên van bombebaranên artêşa Tirkiyê tu nûçeyek belav nebûye.

Artêşa Tirkiyê vê dûmahîkê êrişên xwe yên ser bakûra Iraqê zêde kirine ku heta niha dewleta Bexdayê û welatên cîhanê çend caran ev êrişên artêşa Tirkiyê şermezar kirine.

Prosa aşitiya di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê ku ji Kanûna sala 2012an va destpê bûbû piştî teqîna Tîrmeha sala 2015an li bajarê Surûçê hate rawestandin û hema ji wê çaxê artêşa Tirkiyê û PKKê bi caran êrişî ser pêgehên hevdu kirine.