May 27, 2017 17:42 Asia/Tehran
  • Walîtiya Wanê: Pevçûna giran a di navbera hêzên ewlehiyê û PKK`ê de li çiyayê Tendûrekê berdewam e

Walîtiya Wanê îdia kir ku di encama pevçûna giran a di navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên PKK`ê de li parêzgeha Wanê, 29 endamên PKK`ê û 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Kurdpress`ê li gorî daxuyaniya fermî ya Walîtiya Wanê ragihand ku di encama pevçûnên giran ên ku di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û endamên PKK`ê de li navçeya çiyayê Tendûrekê qewimî sê hêzên candirmetiyê ligel hêzeka xwecî yên piştgirê artêşa Tirkiyê (cerdevan) hatin kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn. Herwiha tê îdiakirin ku di encama van pevçûnana de 29 hêzên PKK`ê jî hatine kuştin.

Li daxuyniya Walîtiya Wanê hatiye ragihandin: Hêzên PKK`ê riyên ku dikevin Bazîdê li parêzgeha Agriyê û Çaldirana parêzgeha Wanê girêîdan û agir berdane sê kamyonan. Hêzên taybet ên candirmetiya Tirkiyê, piştî vî karê PKK`ê jibo navçê hatine şandin û di navbera her du aliyan de pevçûnên giran derketin. Li gorî îdiaya Walîtiya Wanê di encama van operasyonan de 29 endamên PKK`ê hatine kuştin û operasyon hîn li navçê berdewam in.

Ji aliyê din ve wezîrê karên hundur ê Tirkiyê, li ser operasyona Tendûrekê de got: Me yek ji operasyonên herî mezin ên 30 salên dawiyê yên li Tirkiyê dijî PKK`ê cih aniye.

Silêman Soylu, bal kişand ser operasyona vê dawiyê ya hêzên leşkerî yên Tirkiyê li çiyayê Tendûrekê û ragihand: Ji mehekê beriya niha ve hin agahî ji Rêxistina Istixbarata Neteweyî ya Tirkiyê gihîştibûne destê me ku komek ji PKK`ê ketine navçeya çiyayê Tendûrekê. Piştî lêkolînên ku cih hatin, ji du rojan beriya niha ve hêzên leşkerî yên Tirkiyê operasyoneka pirr mezin li vê navçeyê dest pê kirin.