May 26, 2017 18:22 Asia/Tehran
  • Serokê Fraksyona HDP: HDP garantiya aştiya li Tirkiyê ye

Serokê Firaksiyona Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê (HDP) got: HDP garantiya aştiya li Tirkiyê ye û eger ku ev partiya ji qada siyasî ya Tirkiyê wêde here, wê rêzbendiyên civakî yên tundrew pêk bên.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Ehmed Yildirim, serokê fraksiyona HDP li Parlimana Tirkiyê got: HDP li Rojhilata Navîna ku sînorbendiyên wê ew qas bi kêşe ne, li demekê ku çemên xwînê pêk hatine û ciwan tên kuştinê, di vî welatî (Tirkiye) garantiya sereke ya parastina yekitî, wekhevî, aştiya mayinde, demokrasî û azadiyê ye. Eger HDP ji meydana siyasî wêde here li vî welatî wê mirov hevdu serjêbikin. Eger HDP li meydana siyasî ya Tirkiyê nebe, em naxwazin ku heta fikra wê yekê bikin ku li demeka dirêj rêzbendiyên civakî wê heya çi astekê tund bibin û wê li welêt çi biqewime. Mijara ku me nîgeran dike eva ye.

Serokê Fraksyona HDP`ê bi rexnkirina kiryara hikûmeta AKP ji ber zîndakirina nûner û hevserokên Partiya Demikratîk a Gelan, destnîşan kir: Ev girtin, siyasî ne. Azadiya wan jî wê siyasî bibe. Piştî viya êdî em fikir nakin ku hevalên me bi riya demûdesgehên hiqûqî bikaribin azad bibin. Heta eger hema sibê dadgeha qanûna bingehîn a Tirkiyê hikmê azadiya nûnerên girtî bide yan ji dadgehên xwecî yekûyekû hikmê azadiya nûnerên girtî bide, wê ev biryara siyasî bibe ku ji navendê va fermana wê hatiye dayîn.