May 26, 2017 16:24 Asia/Tehran
  • Zêde ji çar hezar dozger û dadwerên li Tirkiyê ji ser karên xwe hatine derxistin

Wezîrê dadweriya Tirkiyê ji wêdedayîna zêde ji çar hezar dozger û dadweran bi tawana peywendiya bi Darbeya serneketî ya sala buhurî ya li vî welatî agahî da.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, Bekir Bozdag, li axiftina xwe ya roja îniyê li Enqerê got: Sîstima dadweriyê ji alîgirên Fethulah Gulen hatiye paqijkirin.

Tirkiye, Gulen ku li sirgûneka bi xwe xwestî li Amerîkayê dijî, tawanbar dike ku plana darbeya Tîrmeha sala buhurî darêştiye, lê wî her cure peywendiya xwe bi darbê re red kiriye û ew boxtan û derewa dewlata AKP`ê daye zanînê.

Zêde ji sed hezar kes li polîs, sîstima dadweriyê, pişka dewletî û sivîl ê Tirkiyê bi tawana peywendiya bi vê darbeyê hatine derxistin yan jî karê wan hatiye sekinandin. Derxistin û paqijkirinên berfireh li Tirkiyê, hin welatên rojavayî û herwiha komên mafên mirovan bihêrs kirine.