Tansu Çîler bo dadgeha Tirkiyê hate vexwendindê
Tansu Çîler serokwezîra berê ya Tirkiyê wekî qurbanî û şahidê ``Darbeya postmodêrn`` li sala 1997`an bo dadgeha Tirkiyê hate vexwendin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, ji zarê Hurriyetê , Dadgehek li Enqerê Tansu Çîler serokwezîra berê ya Tirkiyê li ser dosiya ``Darbeya postmodêrn`` li sala 1997`an ku bi dosiya 28`ê Sibatê nasyar e û bû sebeb dewleta wê hilveşe, vexwend.
Tansu Çîler ku wê çaxê rêbera partiya ``Riya Rast a Tirkiyê`` bû, ji aliyê pişka 5`a dadgeha cezayên giran a Enqerê hatiye vexwendin ta ku wekî qurbanî û şahidê vê dosiyê gotinên xwe li ber derê dadgehê bîne ziman.
Tansu Çîler heta niha li tu dadgehekê hazir nebûye û her carê rewşa saxlemiya xwe kiriye mihane.
Li vê dosiyê 103 kes bi tawana xebata ji bo sernixûnbûna hikûmeta Komara Tirkiyê hatine girtin û bo wan hukmê zîndana heta hetayê hate birrîn.
Tê gotin ku Tansu Çîler qurbaniya sereke ya ``Darbeya Postmodêrn`` bûye.
Dosiya 28`ê Sibatê ji rêzebûyerin bû ku di dawî da bû sebeb dewleta Necmedîn Erbekan dest ji kar berde.