May 20, 2017 14:18 Asia/Tehran
  • Erdogan vedigere ser serokatiya AKP`ê

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan sibê li rûniştina Taybet ya AKP wê serokatiya vê partiyê bigire destê xwe.

Li gor nivîsîna rojnama Huriyetê rûniştina AKP piştî referandûma guhertina qanûna bingehîn bi rê dikeve ku rê ji bo serokatiya Erdogan ser AKP serast kir.

Sîstema serokatiyê piştî hilbijartina parlemanî û serokomariyê li sala 2019 birê ve diçe. Lê belê Erdogan heya wê demê hem serokê AKP ye û hem jî serokomarê Tirkiyê.