Nîsan 26, 2017 17:35 Asia/Tehran
  • Taximeka payebilind a wezareta karên derve ya Îsraîlê derbasî Tirkiyê bû

Taxima îsraîlî ku ji berpirsên payebilind ên wezareta karên derve pêk hatiye, jibo cihanîna gotûbêjên li ser hevkariyên di navbera du aliyan de derbasî Enqerê paytexta Tirkiyê bû.

Li gorî rapora ISNA`yê, li gorî ragihandina berpirsên Rejîma Siyonîst, gotûbêjên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ku vê dawiyê ber bi başbûnê va diçin, wê bala xwe bidine ser xurtkirina hevkariyên aboriyê û zêdekirina çalakiyên di warê kar û xebatê di navbera her du aliyên îsraîlî û tirkiyeyî de.

Hin çavkaniyên siyasî destnîşan kirne, taximeka mezin ji bazirganên îsraîlî. piştî nêzî du heftiyan wê seredana Tirkiyê bikin.

Taxiemka îsraîlî jî jibo şopandin û dewama gotûbêjên li bara derfirotina gaza xwezayî ya Îsraîlê ji meydana gazê ya Temarê bo Misrê, roja yekşemiyê derbasî Qahirê bû.