Nîsan 26, 2017 17:32 Asia/Tehran
  • Girtina 803 kesî li Tirkiyê bi gumana têkiliya bi Cimaeta Gulen re

Tirkiye hikmên girtina yek hezar kesî da û li operasyona şeva buhurî ya dijî cimaeta Fethullah Gulen ku li seranserê vî welatî bi cih ha, 803 kes ji wan hatin girtin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reuters`ê ji Enqerê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ragihandin di vê operasyonê de teşkîlata vê komê ya li hêza polîs kete ber êrişê û para zêde ya kesên ku hatine girtin, ji hêza polîs in.

Li gorî ragihandina van çavkaniyan , kesên girtî wê veguhezine Enqereya paytexta Tirkiyê.

Tirkiye, Fethullah Gulen, tawanbar kiriye ku plana darbeya serneketî ya sala buhurî li vî welatî darêştiye.