Sibat 27, 2017 10:52 Asia/Tehran
  • Hişyariya Atênayê li bara ketina Tirkiyê nav `Erdên Yewnanê`

Wezîrê berevaniyê yê Yewnanê ragihand ku welatê wî li hemberî ketina tirkan nav axa Yewnanê wê bi her awayî bertekê nîşan bide.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya ajansa nûçeyan a Reuters`ê, Panos Kamnûs wezîrê berevaniyê yê Yewnanê bi gotina viya ku welatê wî dê her karekî bike da ku rê li ber ketina Tirkiyê nav erdên Yewnanê bigire, got: Eger Enqere pêngaveke bi tehrîk rabike, wê Atêna bi amadetî li hemberî wê bisekine.

Eva di rewşekê da ye ku berî viya Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê karên derve yê Tirkiyê gotibû ku eger Enqerê dil hebe ku giravên gengeşe li ser tev Yewnanê dagir bike, dikare vî karî bike.

Wezîrê berevaniyê yê Yewnanê li hemberî vê îdiaya Çawûşoxlû derket û ragihand: `Ev yek wê ti carî pêk neyê; Ji ber ku eger tirk ehmeqiyeke viha bikin, divê berdêleke giran bidin`.

Panos Kamnûs her wiha got: `Îdiayên viha tenê ji bo kişandina bala gel li hundirê Tirkiyê ne û armanca wê jî hevdengkirna nijadperestan li Tirkiyê li bereberê lidarxistina giştpirsîna ji bo guhertina qanûna bingehîn a vî welatî ye`.

Kêşe û devûjeniyên navbera rayedarên Tirkiye û Yewnanê li pey revîn û daxwaza penabertiyê ya du leşkerên din bo nav axa Yewnanê û nepejirandina daxwaza radestkirina wan ji aliyê Atênayê va her wiha dewama hebûna her du welatan li avên derdora Girava Karadakê li Deryaya Êjeyê, gurr bûne.