Sibat 26, 2017 20:15 Asia/Tehran
  • Erdogan û Barzanî li Stenbolê civîyan

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Receb teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê bîstekê berî niha li bajarê Istenbolê civîyan.

Li gorî rpaora ajansa nûçan a IRNA`yê, Barzanî ku jibo serdaneke durojî îro giheşte Tirkîyê, bêyî amadebûna nûçegihanan, dest bi gotûbêja ligel Receb teyîb Erdogan kir.

Her du alîyan di vê hevdîtinê da li bara rewşa herî dawîyê ya Teleferê, hebûna PKK`ê li bakûra Iraqê û rewşa herî dawîyê ya şerê navxweyî li Sûrîyê hilkolandin.

Jibo cara yekem dema pêşwazîya ji serokê herêma Kurdistana Iraqê li balafirgeha Ataturk a Stenbolê, alaya Kurdistanê li rex alaya Tirkîye û Irqê hat bilindkirinê. Ev yeka bû sedema berteka nerênî ya mêdyayên Tirkîyê. Ihtimal heye ku derdorên netewperest ên Tirkîyê û hin derdorên sîyasî yên Iraqê li hemberî vê yekê bertekê nîşan bidin.