Ekrana giştî ya fîlma Erdogan bereberê refrandûma pêşberî Tirkiyê
Sibat 26, 2017 18:56 Asia/Tehran
Ekrana giştî ya fîlmek li bara jiyana serokkomarê Tirkiyê li 3 Adarê destpê dibe.
Li gorî rapora ISNA`yê, ji zarê malpera nûçan a Day Kenê, biryar e merasima mafûra sor û ekrana taybet a fîlma `` serok`` îro 26 Sibatê hevgavê roja jidayîkbûna Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê cih were.
Ev fîlma ku li bara jiyana Receb Teyib Erdogan e li halekê dê ekrana gişt bibe ku kempeyna Erê ya AKP jibo refrandûma guhertina qanûna bingehîn li halê birêveçûnê ye .
Erdogan û AKP ji bo guhertina qanûna bingehîn ya li çarçova armancên xwe yên deshilatxwaziyê û bi destxistina dengê Erê ji bo refrandûma li vê barê de dest davêjin her kar û kiryarekê.